ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Mêkanîzma ticareta Îranê digel YE`yê baş pêşda diçe

Behram Qasimî îro di civîna çapemenîyê ya hefteyê ya digel nûçegihanên navxweyî û bîyanî derbarê pêngavên ciddî yên ewrûpîyan û mêkanîzma darayîyê ya wan piştî cihanîna boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê de got: Kivşkirina mêkanîzmeke darayîyê karekî lihevalîyayî ye nemaze ku divê hejmareke zêde ya welatên ewrûpî derbarê wê de helwesta xwe nîşan bidin.

Wî derbarê sepandina boykotên nû yên Amerîkayê ser Îranê de û bertekên ji bo pûçkirina wan de jî got: Ev karê Amerîkayê cureke boykotkirina Waşîngtonê xwe ye û sepandina dubare ya boykotan ser Îranê de nîşan da ku Waşîngton nikare bi mêkanîzmên navnetewî kar bike û tenê maye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Gellek welatan hevrêtîya Amerîkayê nekirin lewma ev karê Amerîkayê tiştek bilî şerê rewanî nîne û bi sebirkirineke istiratêjîk mirov dikare bi mêkanîzmên pêşbînîkirî û hevkarîya dewletên din, wan boykotên yekalî pûç bike.

Qasimî pêgirî kir: Di mehên vê dawîyê de tevî helwestên Amerîkayê, rayedarên vî welatî gihîştine vê encamê ku zorbêjî û şiltagî nikarin bandorê li bazara enerjîyê bikin û muafkirina hin welatan ji berçavgirtina boykotên Amrîkayê yên li dijî Îranê nîşan dide ku helwesta Amerîkayê nerm bûye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di bersiva pirsa nûçegihanê me derheq pişkdarnebûna Îranê li civîna vê dawîyê ya Istenboê ya derbarê çareserkirina qeyrana Sûrîyê de got: Komara Islamî ya Îranê ji destpêkê ve pişkdarê van civîn û muzakirana bûye û herwiha biryar nîne ku Îran di hemî civînan de pişkdar bibe. Wî herwiha got ku her pêngava bibe sedema misogerkirina hikûmeta Sûrîyê û derdên gelê vî welatî kêm bike, dê pişkeke rêçareya qeyrana Sûrîyê be.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê seredana Wezîrê Karên Derve yê Îranê bo Pakistanê ku di 31`ê Cotmehê de pêk hat jî got ku seredana Mihemedcewad Zerîf bo Pakistanê di dewama hewildanên bewrdewam ên Têhranê ji bo şopandina mijara revandina sînorparêzên îranî bi destê komên têrorîst de pêk hatîye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî di dawîyê de got: Zerîf li rex hevdîtina digel rayedarên Pakistanê, derbarê alûgurên herêmê ji wan ên Yemenê jî gotûbêj kir û Îran dê ji her pêngava ku bibe sedema vegerandina aramî, gotûbêj û gîhandina alîkarîyên mirovdostane bo gelê Yemenê, pêşwazîyê bike.

Başa dön tuşu