NûçeCîhanEwropa

Li Amerîkayê tundiya çekdarî her ku diçe zêde dibe

Li eyaleta Virginia ya Amerîkayê di komkujiyeke malbatê de dayikek û 3 zarokên xwe li cihê ku lê dijiyan hatin qetilkirin.

Amerîka bi pêleke tundûtûjî, rehîngirtin û êrîşên çekdarî re rû bi rû ye. Her sal, bi hezaran kes di êrîşên çekdarî de li deverên cuda yên Amerîkayê dimirin an jî birîndar dibin.

Polîsên li eyaleta Chesterfield a eyaleta Virginia ya DYA roja Înê saet di 05.00’an de li gorî saeta herêmî, piştî ragihandina gulebaranê çûn malek li Laurel Oak û bi dîmenê komkujiyeke hovane ya malbatê re rû bi rû man.

Li gorî agahiyên polîs, qurbaniyên vê bûyerê “Joanna M. Kotel” (39 salî), “Kilin M. Parson” (13 salî), “Kinsey M. Kotel” (4 salî) û “Jason L. Kotel” (4 salî), hemû bi guleyan hatin kuştin.

Li gorî polîsan, kujer bavê malbatê ye û niha li eyaleta Marylandê di girtîgehê de ye. Di vê navberê de li bajarê Hialeah ê eyaleta Florîda ya Amerîkayê di êrîşa çekdarî ya ku li dervayê klubeke bîlardoyê hat kirin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve êrîşkarekî çekdar li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê 2 xalên leşkerî gulebaran kir. Di êrîşê de 5 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu