EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Komisyona Ewropayê dixwaze penaberan vegerîne Yûnanistanê

Yekîtiya Ewropayê, pêşniyar kir ku penaberên li welatên YEyê ne û serî lê dane ji bo bibin penaber ji 15ê Adarê de bên vegerandin bo Yûnanistanê.

Komisyona Ewropayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku Yûnanistanê mercên pêşwazîkirina penaberan û tomarkirina wan baş kirine.

Komisyonê pêşniyar kir ku hinek penaberên bi rêyên neqanûnî ketine welatên YEyê û bi pêş de çûne, ji 15ê Adarê de li Yûnanistanê bên vegerandin. Ev pêşniyar ne ji bo wan penaberan e yên ku heta niha ev rêwîtî kirine.

Alîkarê Serokê Komisyonê Frans Timmermans wiha got: “Ev bergirî dê rê li ber derbasbûnên neqanûnî û tevgerên dumahî bigire û ew ê gaveke giring be ta ku em li pergala bi awayekî asayî dixbite vegerin.”

Li gorî rêbaza Yekîtiya Ewropayê, dayîna mafê penaberiyê berpirsyariya wê dewletê ye ya ku koçber pêşî dikevê. Lê ev pergal par nexebitî ji ber bêtirî milyonek penaberî derbasî Yûnanistanê bû ku dihesibe dergeha sereke ji penaberan re.

Piştî wê Yûnanistanê nema dikarî evqas penaber rake û destûr da penaberan ku bi derfetên xwe biçin Almanya û welatên din. Piştî vê rewşê, ew dewletên li ser rêya penaberan sînorên xwe girtin û gelek penaber li Yûnanistanê man. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu