ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Peywendiyên Îran û Iraqê stratejîk in

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, peywendiyên vî welatî tev Komara Îslamî ya Îranê stratejîk da zanîn û diyar kir: Alîkariyên Îranê bo Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê cihê pesinandinê heye.

 Falih El-Feyaz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, sêşemiyê li gotûbêja tev kanala televîzyonî ya Lubnanî ya Meyadînê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê di rewşa dijwar û hestyar bi curekê piştgirî da Iraqê û ev piştgiriya dê bandorê bike ser hemî berûlayên  peywendiyên du welatan li pêşrojê.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê her wiha  hebûna Heşdê Şebî li vî welatî wek sermiyankê jibo pêşeroja vî welatî da zanîn û tekez kir: Hêzên Heşdê Şebî piştgirî dane yekperçetî û serweriya Iraqê û li pêşerojê dê ser sînorên  hevpar bi Sûriyê re  serdest bibin.

Falih Feyaz got: Heşdê Şebî ya Iraqê ne hêzeke e ku  tenê ji bo serketina li şerê ku niha di vî welatî de heye pêk hatibe; Belkî ev hêz weke paşekevtekê jibo pêşeroja vî welatî tê hesabê.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku  hin kes lê digerin rûveka hêzên seferberiya gelanî kirêt nîşan bidin û destnîşan kir: Seferberiya Gelanî ya  Iraqê li dû xurtkirin û qahîmkirina  sînoran e.

Heşdê Şebî ya Iraqê li şerê li hember terorîstan li rojavaya Mûsilê, navenda parêzgeha  Neynewayê  bakurê Iraqê, roleke  bibandor heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu