AborîEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Komkeştiya hêza deryayiya artêşa Îranê gihîşte bendera Dorbana Afrîqaya Başûrî

Komkeştiya ewlekarî opêrasiyonî ya 44`an a hêza deryayiya artêşa Îranê gihîşte bendera Dorbanê li perravên Afrîqaya Başûr.

Li gorî rapora ISNA`yê, komkeştiya 44`an a hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê pêkhatî ji gemiya piştevaniyê ya Bûşêhrê û gemiya cengî ya Elvendê li riya xwe ber bi Bendera Kîp Tawnê û Oqyanûsa Etlesê gihîşte bendera Dorbana Afrîqaya Başûr û ji aliyê baregeha deryayiya vî welatî li Dorbanê û Muhsin Muwehidî Qumî balyozê Îranê li Afrîqaya Başûr va hat pêşwazîkirin.

Muhsin Muwehidî li hevdîtina digel deryadar Umîd Gulistane fermandeyê komkeştiya 44`an û fermandarên du gemiyên din bal kişande ser peywendiyên dostane û stratijîk di navbera Îranê û Afrîqaya Başûr û li ser girîngiya van cûre peywendiyan pêgiî kir û ew yek ji bo pêşdabirina peywendiya stratijîk nava du welatan gellek girîng da zanîn.

Komgemiya 44`an a hêza deryayiya artêşa Îranê ku pêştir li bendera Dar El Selama Tanzanyayê rawestiyabû, destpêka meha Cotmeha 2016`an berê xwe dabû avên azad li Kendava Edenê û Tengava Stratijîk a Bab El Mendebê.

Pêspartiya vê komkeştiyê pêkanîna ewlehiya keştiyên ticarî û nifthilgir ên Îranê li qada bin gefa dizên deryayî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu