EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Konferansa aştî ya Afganistanê di 14ê Nîsanê de li Moskowê tê lidarxistin

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokatiyê Dewleta Afganistanê Hanif Atmar ragihand ku di 14ê Nîsanê de li Moskowê bi mijara aştî ya Afganistanê wê konferansek were lidarxistin.

Hanif Atmar di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Di 14ê Nîsanê de bi mijara aştî ya Afganistanê wê konferansek were lidarxistin û nûnerê 12 welatan tevlî konferansê dibin.”

Atmar di berdewamiya axaftina xwe de got: “Moskow em hemû ji bo civîna 14ê Nîsanê vexwendin û Kabil jî tevlîbûna civînê serast kir. Em spasiya Moskowê dikin ji bo xebatên pêvajoya çareserî û hevkarî ya li Afganistan û li herêmê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu