ÎranNûçeRojhilatanavin

Despêbûna manovra Pêxemberê Ezem (S)-12 li başûra Îranê

Manovra Pêxemberê Ezem(S)-12 bi peyama Aştiyê û bi remza Ya Resûl-Ellah (S) li girava Qişmê başûra Îranê despê bû.

IRIB Newsê ragihand ku fermandê hêza Bejahî ya Sipahê Pasdaran Serdar Muhemed Pakpûrîro got: Manovr û tedbîqata Pêxemberê Ezem(S)-12 ku li çarçova slogana Nîşandayîna Hêz û Ewlehiya Mayinde bi saya Yekitiya Neteweyî û Zirûfsaziyên nû ên parstinê li asta stratejîk tê li darxistin bi tenê hedefeke xwe heye ku ew jî Parstin û Berevanî ye û li gor nîşandayîna bertekê li hemberî gefên dijmin e.

Serdar Pakpor got: Li vê manovrê de  Yekîneyên Berteka Lezgîn, yekîneyên komando, balafirên cengê û tesbîtkirinê  yên bêpîlot, helîkopterên êrişkar û transportê (veguhestinê) û yekîneyên endazyarî û xirabkariyê û sîstemên kontrolê û papora Zulfeqar a devera yekim a hêza deryayî ya Sipahê pasdaran tên bikar anînê.

Li vê tedbîqatê dewsa operasiyonên berevaniyê yên êrişakriyê ji bo girtina pêgehên dijmin û rizgarkirina deverên dagîrbûyî jî tên meşqkirin û ceribandinê.

Başa dön tuşu