NûçeRojhilatanavinSûriye

Konferansa “Piştevaniya ji pêşeroja Sûriye û Navçeyê” li Brûkselê bi dawî hat

Komîserê Yekîtiya Ewropayê li karên alîkariyên Mirovdostane di dawiya Konferansa “Piştevaniya ji pêşeroja Sûriye û Navçeyê” li Brûkselê qala amadetiya welatan jibo dayîna 7 miliyar dolar alîkariyê bo awareyên sûrî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Komîserê Yekîtiya Ewropayê li karên alîkariyên Mirovdostane, Kirîstos Stîliyanîds Pêncşemiyê bi şev tevî piştrastkirina komkirina 7 milyar dolar alîkariyê jibo awareyên sûrî got: Sûriyeya aram, dêmokratîk û bihêz tenê ji riya aştiya siyasî va pêkan e.

Hevahengkirê karên mirovdostane yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Mark Lokak jî di dawiya Konferansa  “Piştevaniya ji pêşeroja Sûriye û Navçeyê” tevî diyarkirina razîbûna xwe ji alîakriyên vberhevkirî jibo aware û mişextiyên Sûriyê, ji hewildana welatên mazûvanê awareyan bi taybet Libnan, Tirkiye û Iraqê kir.

Lokakî got: Her çend ku alîkariyên mirovdostane pêwîst in, lê nikare qeyrana sereke çareser bike; Loma jibo çareserkirina qeyranê divê em li dû rêkara giştalî ya siyasî jibo serêxwegirtina aştiyeke mayînde bin.

Konferansa sêrojî ya li ser navê  “Piştevaniya ji pêşeroja Sûriye û Navçeyê” bi mazûvaniya Yerkîtiya Ewropayê û bi beşdariya rêxistnên medenî û sivîl ên sûrî û navçeyî -rêxistinên ewropî – ajansên NY û nûnerên siyasî yên dewletên cînarê Sûriyê û welatên raberkirê alîkariyê ji roja 12ê Adarê va li cihê Parlimana Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê dest pê bû.

Başa dön tuşu