ÎranNûçeRojhilatanavin

Girtina sebebkarê êrîşa têrorîstî li şaristana Serbazê

Biryargeha Qudsê ya hzêa bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê ragihand ku sebebkarên şehgîdkirina du kes ji hêzên çekdar û besîciyekî beşa Pîşînê ya şaristana Serbazê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê hatin girtin.

Şerxwazên çekdar roja 19`ê tebaxa 2017`an li beşa Pîşînê ya şaristana Serbazê du kes ji hêzên ewlekarî û besîciyekî navçeyê şehîd kirin.

Li gorî rapora Sepah News`ê, beşa peywendiyên gelemperî ya Biryargeha Qudsê ya hzêa bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê roja Îniyê bi daxûyaniyekê ragihand: “Li pêvajoya opêrasiyona girtina sebebkarên êrîşa têrorîstî li şaristana Serbazê, hin çek û muhîmat jî ji aliyê hêzên vê biryargehê va hatin dîtin“.

Şerxwazên çekdar û têrorîstan li çend salên dawî da bi cihanîna opêrasiyona têrorîstî hejmarek ji welatî û sînorvanên Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên sînorî yên Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şehîd kirin û çûn nav axa Pakistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu