CîhanMafên MirovanNûçe

Kongera Amerîkayê plana qedexetiya girêdana Zîndana Guwantanamoyê pesend kir

Li halekî ku serokomarê Amerîkayê Barak Obama heşt salan berî viya soz dabû ku zindana bednav a Guwantanamoyê girêbide, kongreya Amerîkayê roja îniyê bi pesendkiirna planekê ku çaverêtî heye li Senaya vî welatî jî were pesendkirin, xwest ku girêdana vê zindanê bê qedexekirin.

Li gorî vê raporê ev plan ji bilî qedexetiya girêdana zindana Guwantanamoyê, rê li ber wezareta berevaniyê ya Amerîkayê ji bo kêmkirna baregehên leşkerî yên vî welatî jî digire.

Pentagonê berî viya ragiahndibû ku hinek ji baregehên leşkerî yên Amerîkayê “Baregehên Zêde“ ne û dikarin ji bo kêmkiirn axercan bê girêdan.

Kongreya Amerîkayê bi pesendkirina bûdceya 611 miliyar dolarî ya berevaniyê  ya vî welatî, meaşa çekdarên amerîkî bi qasî jis edî 2.1`ê zêde kir ku zêdetirîn jordabirina destmizdê di heyama şeş salên vê dawiyê da ye.

Plana bûdceya berevaniyê ya Amerîkayê jî bi 375 dengên erênî û 34 dengên nerênî li kongreya Amerîkayê hat pesendkirin.

Dewleta Corc Bûş serokomarê berê yê Amerîkayê piştî êrîşên têrorîstî yên 11`ê Îlona 2001`ê, gellek ji tawanbarên hevkariya digel El Qaîdeyê bêyî berçavgirtina pêvajoyên hiqûqî û dadweriyê, din bin çavdêriya artêşa Amerîkayê li zîndana Guwantanamoyê zindanî kirin.

Çalakên warê Mafên Mirovan bi caran nerazîtiya xwe li hemberî rewşa xerab a girtiyan diyar kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu