IraqNûçeRojhilatanavin

Konseya Ewlehiyê ya NY li ser pêwîstiya darizandina berpirsên teqînnê terorîstî yên Bexdayê teqez kir

Konseya Ewlehiyê ya NY bi dayîna daxuyaniyeke tund, teqînên xwînbar ên roja Pêncşemiyê li Bexdayê şermezar kir û daxwaza darizandina berpirsîmn wê kir.

Li gorî rapora Sputnikê, Konseya Ewlehiyê ya NY di vê daxuyaniyê da jibo daxwaza darizandinê jibo sebebkar û piştgirên kiryarên terorîstî yên Bexdayê, ji hemî welatên cîhanê xwest ku li gorî qanûnên navneteweyî û biryarnameyên têkildar ên NY di vî warî da hevkariya dewleta Iraqê bikin.

Çavkaniyên xwecihê roja Pêncşemiyê qala qewimîna du teqînan li meydana Teyranê ya navenda Bexdayê û taxa Bab ul-Şerqî ya vî bajarî kirin.

Di van teqînên xwînbar da, zêde ji 30 kesî hatin kuştin û 110 ks jî birîndar bûn.

Koma terorîst a DAIŞê bi daxuyaniyekê bi awayê fermî berpirsiyariya van du tqînên xwekujiyê hilda ser milê xwe.

Başa dön tuşu