ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Nirxandina Wail El-Helqî li bara sefera Wilayetî ya Sûriyê

Serokwezîrê Sûriyê sefera şêwirmendê rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî li karûbarên navneteweyî bo Şamê sedema bihêzbûna hevkariyên Îran û Sûriyê da zanîn.

Li gorî rapora Sana Newsê, serokwezîrê Sûriyê Wail El-Helqî got: Sefera vê dawiyê ya şêwirmendê rêberê giranqdr ê cîhana Îslamî li karûbarên navneteweyî Elîekber Wilayetî bo Sûriyê dibe sedema xurtbûna peywendiyên aborî û bazirganî navbera du welatan û kêmbûna bandora boykotên zalimane yên aborî li dijî gelê Sûriyê.

Wail El-Helqî bal kişand ser vê yekê ku Sûriye rastî şer û terorîzma organîzebûyî ji aliyê hêz û saziyên navçeyî û navneteweyî hatiye û got : Armanca cihanîna zextên aborî, lawazkirina viyan û berxwedana gelê Sûriyê ye. Serokwezîrê Sûriyê şîdetgirtina şerê aborî li dijî vî welatî sedema cidîtirbûna gelê Sûriyê bona serketina ji riya hevkariya saziyên navxweyî, bazirganên neteweyî û medyan da zanîn û destnîşan kir piraniya şîrketên welatên cînar li dû cihanîna projeyên aborî û xebitandina sermaya xwe li Sûriyê ne.

Başa dön tuşu