CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Koreya Bakur: Êrişa Amerîka ya Sûriyeyê nayê efûkirin

Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de êrişa Amerîka ya li dijî baregeha Şayratê rexne kir û ragihand ku ev êriş bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Rêvebiriya Pyongyangê di daxuyaniya xwe ya ji bo êrişa Amerîkayê de ragihand ku ev nîşan dide ku Koreya Bakur di çêkirina çekên nûkleerî de milyon car xwedî maf e.

Pyongyangê di daxuyaniya xwe de got: “Êrişa Amerîkayê ya bi moşek ku li dijî welatekî desthilat pêk anî nayê qebûlkirin û çalakiyeke êrişbazî ye. Bi dijwarî şermezar dikin. Ev jî rastiya rojê ye ku encex mirov bi hêzê li hemberî hêzeke din berxwe bide û ev jî milyon carî me mafdar derdixîne.

Amerîkayê bi îdîaya ku rêvebiriya Şamê li Idlibê êrişa kîmyewî pêk aniye du roj berê bi moşekên Tomehawk êrişî baregeha Şayrat a li nêzîkî bajarê Hûmsê kiribû. Êriş digel ku Sûriyeyê got di destê min de çekên kîmyewî tunene jî hat kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu