CîhanNûçeRojhilatanavin

‘Koreya bakûr ragehand li hember Amerîkayê ji şer re amade ye’

Amerîka fîloya xwe ya erişê şande deryaya Koreyê û bi vê tevgerê dîsa li herêmê tengezarî zêde bû. Koreya bakûr bersiva Amerîka da û ragihand ku ew ji her curê şerî re amade ne.

Piştî ku grûba wezîfeya Keştiya balafir a Carl Vinson a Amerîkayê li deryaya Koreyê bi cih bû, daxuyaniya pêşî ji Koreya Bakur hat.

Wezareta Derve ya Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de got: “Şandina grûba Carl vinson bo herêmê, armanca Amerîka ya dagirkirina Koreya Bakur nîşan dide, ev gavên dawî ku têne avêtin gihîştiye noqteye cidî.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber çalakiyên Amerîkayê yên bêpîvan ji hemû encaman em ê Amerîkayê berpirsyar bigrin. Komara Gel a Demokratîk a Koreyê amadeye hemû bersivên ku Amerîka daxwaz şerî dike bide. Em ê li hemberî provekatoran bi hêz ji bo parastina xwe gavên girîng biavênin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu