ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hemberî teqînên têrorîstî li Iraqê

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro tevî hevderdîya ligel milet û dewleta Iraqê û malbatên gorîyên bûyerên têrorîstî li vî welatî, kuştina insanên bêguneh li Iraq, Sûrîye, Yemenê û deverên din ên navçe û cehanê encama sersarîya civaka cehanî li hemberî heger û rîşeyên fikrî û piştgirîyên malî ji têror û têrorîsmê zanî ku bi armancên taybet û birêxistina bêtifaqîyê pêk tên.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê careka din berpirsyarîya navnetewî ya hemî welatên xwedanrol ên navçeyî û derveyî navçeyê li hemberî sekinîna cidî li dijî dîyardeya şûm a têrorîsmê bi bîr xist.

Li gorî raporan, îro di encama çend teqînên têrorîstî li deverên curbicur ên Iraqê nêzî 100 kesî hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu