AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Koreya başûr kirîna niftê ji Îranê berdewam dike

Kompaniyên Koreya başûr cardin kirîna niftê ji Îranê berdewam dikin.

Li gor nûçeya Anadolu Newsê, Kompaniyên Hyundai Oilbank û Hanwha Total dil hene ji despêka meha Sibata 2019 kirîna niftê ji Îranê dîsa despê bikin.

Berî vê yekê hin kompaniyên Koreya başûrê ji bo cara yekim ji dema ku Amerîka ew welata li derveyî baykotên xwe yên li dijî Îranê ragirt, nift ji Îranê kirîn. Di vê çarçêvê de kompaniya ” Incheon Petrochem” û kompaniya “SK Energy” milyonek bermîl nift ji Îranê kirîbûn ku roja 19 Çileyê ev gemiya ku ev nifta lê bar kiribûn gihêşte bendera Înçêonê li Koreya başûrê. Biryar e gemiya duyem ku milyonek bermîl nift barê wê ye roja 31 Çileyê bigihêje Koreya başûrê.

Kompaniyên Hyundai Oilbank û Hanwha Total pêşbînî dikin ku li despêka Sibatê kirîna niftê ji Îranê bidin despêkirin.

Li gor gotarekê ku roja çarşemê kovara “Business Korea” ew weşand piştî rawestaneke şeş mehî dîsa kompaniyên Koreya başûrê kirîna niftê ji Îranê didin despêkirin.

Waşîngtonê di Mijdara 2018 boykota niftê li dij Îranê da sepandin û li vê navberê de 8 welat ku Koreya başûr yek ji wan bû bona şeş mehan li derveyî van boykotan ragirt.

Başa dön tuşu