ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Kosret Resûl Elî, alîkarê yekemîn ê Celal Talibanî, jiber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, sersaxî gote serokomarê Îranê

Bi dû emrê Xwedêkirina ayetullah Haşimî Refsencanî, yar û hevalê kevn ê Îmam Xumeynî (re) û rêberê giranqedr ê Înqilabê, kesayetiyên Kurd ên iraqî, roja sêşemiyê peyamên xwe yên jibo sersaxiyê xitabî rêberê Înqilabê, serokomar û xelkê Îranê weşandin.

 

Kosret Resûl Elî, alîkarê yekemîn ê Celal Talibanî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê jî bi weşandina peyamekê xitabî rêberê giranqed ê Înqilaba Îslamî, ji bilî sersaxiya jiber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, serokê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, ragihand: Ayetullah Haşimî Refsencanî, yek ji kesayetiyên bibandor ên Înqilaba Îslamî bû û em hêvîdar in hûn hevxemiya min û endamên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ya a kûr qebûl bikin.

Kosret Resûl Elî, herwiha got: Em hêvîdar in eva xema û elema dawîn jibo Komara Îslamiya Îranê ku dost û cînarê me ye, be û Xwedê rehma xwe li rihê mezin ê ayetullah Haşimî Refsencanî bike.

Mesûd Barzanî,bi weşandina peyama sersaxiyê xitabî serokê Komara îslamiya Îranê û malbata ayetullah haşimî Refsencanî, emrê Xwedêkirina serokê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizamê, ziyaneka mezin da zanîn û ji Xwedayê mezin jibo berpirsên Komara Îslamiya Îranê, malbata tazîdar û xelkê şerîf ê Îranê sebreka mezin xwezin.

Wî li beşek ji peyama xwe ragihand ku ew xwe hevxemê malbata vî rehemtiyê û xelkê Îranê dizane û hêvîdariya xwe diyar kir ku Xwedayê mezin rehmetî rihê ayetullah Haşimî Refsencanî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu