CîhanNûçeRojhilatanavin

Kremlin: Tirkiye berpirsê rewşa Idlibê ye

Berdevkê Koşka Kremlînê amajeyî rewşa Idlibê kir û got: Berpirsyariya ji holêrakirina êrîşên têrorîstên li Idlibê li ustîyê Tirkiyê ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, li ser banga Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû divê bombebarana li Idlibê bê rawestandin, tekez kir ku pêwîst e li beramber êrîşên “terorîstên” li Idlibê tedbîr bên wergirtin û got: “Berpirsyariya ji holêrakirina êrîşan jî li ustîyê Tirkiyê ye.

Derbarê mijarê de Peskov bersiva rojnamevanan da û got: “Li Idlibê hê jî wek berê gelek terorîst kom bûne. Têrorîst wir bo êrîşan bikar tînin. Wek çeperên sivîl êrîşî çeperên hêzên ûris jî dikin. Ev yek nayê qebûlkirin.”Peskov, da zanîn ku Rûsya hevkariyê ligel Tirkiyê dike û got: “Berpirsyariya rawestandina êrîşên terorîstan ji Idlibê di ustîyê Tirkiyê de ye. Bi vê yekê herwiha rêkeftina Soçîyê tê cîbicîhkirin.

“Di 17ê Îlûna 2018`an de li gor Rêkeftina Soçî ya di navbera Putin-Erdogan de ‘Devera Bêçek’ li Idibê hat kivşkirinê. Lê li gorî Rûsyayê pabendnebûna Tirkiyê û grûpên opozisyonê bi cîbicîkirina Rêkeftina Soçîyê bû sedem ku herdem artêşa Sûriyê êrîşî wê derê bike.

Başa dön tuşu