CîhanErebîstanEwropaIraqNûçeRojhilatanavin

KUFR YEK MİLETÊ….ROJNAMEYA ÎNGÎLÎZÎ: ÎMARAT, SİÛDÎ Û ÎSRAÎLÊ Lİ SER PİŞTGİRİYA KURDİSTANÊ Lİ HEV KİRİYE

Rojnameya Times a Îngîltereyê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê raportek amade kir. Rojname di raporta xwe de dibê Îmarat, Erebîstana Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê û ragihandina dewleta kurdî li hev kirine.

Li gorî raporta Timesê Îmarat, Siûdî û Îsraîl ji bo zêdegavî û pêşgirtina hegomoniya Îranê li Rojhilata Navîn dê piştgiriya dewleta kurdî bikin.

Herwiha malpera erebî ya ‘El Alem’ ku malpereka îranî ye dibêje Îmaratê ji niha de diyar kiriye ku ew amade ye piştî ku dewleta Kurdistanê hat ragihandin hebûna wê qebûl bike. Wekî tê zanîn, heta niha tenê Îsraîl bi eşkere piştgiriya xwe ji bo dewleta Kurdistanê nîşan daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu