CîhanNûçeRojhilatanavin

Amerîka bi bihayê 12 milyar dolar balefirên şer dide Qeterê

Qetar bi buhayê 12 milyar dolarî balafirên şer ên F15 distîne û ji bo vê peyman bi Amerîkayê re îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Qetarê ku di ajansa fermî ya dewletê de cih girtiye, Qetar ji bo standina balafirên şer ên F15 bi buhayê 12 milyar dolarî bi Amerîkayê re rêkeftin îmze kir.

Ji bo merasîma îmzekirinê jî Wezîrê Parastin ê Qetarê Xalid bin Muhammed el-Atiye îro li Washîngtonê bi Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Mattis re hevdîtinekê pêk anî.

Qetarê sala borî jî bi 21 milyar dolarî ji Amerîkayê balafirên F15 standibûn û kongreyê jî firotina çekan ji bo Qetarê pejirandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu