NûçeRojhilatanavinSûriye
Kuştina 12 kesên sivîl li encama êrişa hawanê ya terorîstan ser Heleba Sûriyê
Li encama êrişa hawanên terorîstan ser Heleba Sûriyê 12 kesên sivîl hatin kuştin.
Li gorî rapora vê sibê ya SANA News`ê, terorîstên bicihbûyî li rojava Helebê û bakurê Idliba Sûriyê bi gullên hawanê gundê El-Wezîhî li başûrê Helebê dan ber êrişan ku li encama wê 14 kesên din jî birîndar bûn.
Tevî serketina artêşa Sûriyê li azadkirina pirraniya navçên vî welatî ji lepên terorîstan, hîn hin komên terorîstî li hin deran bi taybet li parêzêgeha dlibê li bakurê rojava Sûriyê de mane û malên xelkê didin ber êrişan.