NûçeRojhilatanavin

Kuştina 16 endamên DAIŞ`ê li Enbara Iraqê

Balefirên iraqî êriş kirirn ser meqerên DAIŞ`ê li bajarê Hîtê li rojava parzêgeha Enbarê û 16 terorîstên DAIŞê kuştin .

Li gorî rapora malpera nûçan a El-Someriye Newsê, yekîna ragihandina şêr ji fermandehiya operasyoan hevpar re got ku balefirên iraqî yên F16 şeva buhurî li gorî lêzanînên ewlehiya federalê meqerên terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Hîtê li parzêgeha Enbarê bombebaran kirin .

Li gorî vê raporê, di nava kuştiyên DAIŞê du fermandeyên wan yek li navça El-Bpnemr û yê dudiyan li navça El-Furatê li Hîtê tên dîtin .

Her wiha li encama vê opersyonê depoyek û trimbêleke bombekirî hatin têk birin .

Iraq ji 19 Cozerdana par ve heya niha rastî qeyrana dagirkirina gelek navçên bajarên bakur û rojava xwe ji aliyê DAIŞ`ê rûbirû bûye û li çend mehên buhurî hêzên gelanî û artêşa Iarqê karîn ku çend bajarên vî welatî ji wan Remadî û Tikrîtê ji bin kontrola DAIŞ`ê azad bikin . (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu