ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêza Nizama Komara Islamî ya Îranê bi palpiştîya gel e û ragihand ku elwehî, aborî, têknolojî û hêza berevanîyê ya Îranê navxweyî ne

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li merasima rêzgirtina li şehîdên vê wezaretxanê li bajarê Têhranê got: Komara Islamî ya Îranê 38 salan li hemberî hemî zext, boykot, şer û dijminatîyan li ber xwe daye û li hemî meydanan serkevtî û serfiraz bûye.

Zerîf bal kişand ser ewlehîya Îranê li navça aloz a Rojhilata Navînê û got: Îranê li navçeya ku pêrgî şîdet, pevçûn, kuştin û jinavbirina hovane bûye, karî ku li warên curbicur ji wan li warê pêşeya navokî heta aborîya ser bingeha berxwedanê û têknolojîyên pêşketî rêya pêşketinê bi awayekî xurt bidomîne.

Wî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê karîye ku li hemberî zilhêzên cehanê ku jibo piştgirîya ji zaliman û destdirêjîyê amade bûne û bi dû bêparkirina gelê Îranê ji têknolojîya pêşketî bûn, li ber xwe bide.

Wezîrê karên derve yê Îranê li dawîyê got: Bi bereket û saya mekteba fidakarî û berxwedanê, Îranê karî xwe wekî hêzeke kêrhatî û welatê pêşketî li dinyayê nîşan bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu