FilistînNûçeRojhilatanavin

Meşa filsitîniyan di Îniya Hêrsê da

Bajarên cûrbicûr li erdên dagirbûyî yên Filsitînê îro anku Îniyê bûn qada lidarxistina meşa girseyî û xwenîşandana bicoş û berfireh bi nîşana tolhildana ji têrorkirina şehîd Ehmed Nesr Cerar, têkoşerê guirdanên Qesam baska leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filsitînê (HAMAS) û bi nîşana şermezarkirina biryara Donald Trumpê serokomarê Azmerîkayê ya nasandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyopnîst.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê navenda ragihandinê ya Filsitînê, bajarê cûrbicûr li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, Qudsa dagirkirî û Xezeyê bûn qada xwenîşandanên Hêrsê û şer û pevçûna navbera filistîniyan û çekdarên siyonîst û li Qudsê 45 hezar kes tevî sînordariyên giran ên çekdarên siyonîst, nimêja Îniyê li sehna Mizgefta Eqsayê xwendin û piştî wê beşdarî xwenîşandanên şermezarkirina biryara Amerîkayê derheq Qudsê bûn.

Li van şer û pevçûnan çend ciwanên filsitînî bi derbê gulleyên cengî û temrînî birîndar bûn û bi dehan kes jî ji ber bêhnkişandina gaza rondikrêj tûşî rewşa fetisînê bûn. Li êrîşa çekdarên siyonîst li ser xwenîşandana aram a welatiyên filistînî û nimêja Îniyê ya gundê Mezreya Rojava li nêzikî Ramellahê ku bi nîşana erazîtiya li hemberî desteserkirina erdabn û avakirin abajarokan pêk hat, çend kes birîndar bûn.

Li xwenîşandana bicoş a Nablosê li bakurê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê ku li ser vexwendina tevgera Hamasê hat lidarxistin, beşdaran bi bilindkirina alên Hamasê, hin dirûşme bi nîşana pesandana mêrxasiyên şehîd Ehmed Cerar bilind kirin.

Çekdarên siyonîst li El Xelîlê jî bi awayekî berfireh ş hevdem digel xwendina nimnêja Îniyê li tirba şerîf a Îbrahîmî, li derdora vê tirbê kom bûn û piştî nimêja Îniyê hin pevçûn li taxa Bab El zaviyê ya El Xelîlê qewimîn û ciwanên filistînî bi kevir û şûşeyên vala ber bi çekdarên siyonîst va çûn; Çekdarên siyonîst jî bi gulleyên cengî û meşqî her wiha bombeyên bideng bersiva wan dan.

Başa dön tuşu