IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê bo operasyona Mûsilê dest bi sewqiyata leşkerî kir

Fermandariya 76emîn ya artêşa Iraqê bi çekên giran û gelek wesayetên zirxî ji perêzgeha Anbarê berê xwe dan Mûsilê.

Fermandarek ji Fermandariya Tugayê Muhammed Gatî destnîşan kir ku hêzên artêşa Iraqê ber bi bajaroka Şirgat ya li rojavayê başûrê Mûsilê û bendava Mûsilê ya li rojhilatê Mûsilê ve birê ketine. Gatî amaje kir ku amadehiya operasyonê bênavber didom e û got moralên leşkerên iraqî jî gelekî li cih e. Hêjayi gotinê ye ku Mûsil ji 10ê Hezîrana sala 2014an û vir ve di destê terorîstên DAIŞê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu