EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê meclisa Firansayê: Hevkariya navbera Îran û Firansayê li pêşeya tirombîlçêkirinê ser xêra her du welatan e

Serokê meclisa Firansayê destnîşan kir ku hevkariya navbera Îran û Firansayê li pêşeya tirombîlçêkirinê bi curekêye ku her du welat dê bigihêjin xêr û qazancê.

Li gor rapora ajansa IRNA`yê, Kilod Bartlon Serokê meclisa Firansayê li seredana xwe ya duh çarşemê li xeta çêkirina tirombîlan a Pars Xodroyê destnîşan kir; Rêketina navokî ya di nav bera Îran û Koma 5+1`ê da bûye sebeb ku Komara Islamî ya Îranê hevkariyeke nîzik tev civata navnetewî hebe.

Bartlon destnîşan kir; Firansa ji hevkariya kompaniya erebeçêkirinê ya Saypayê tev kompaniya Rênoyê pêşwaziyê dike.

Nasir Aqamuhemedî birêveberê kompaniya Pars Xodroyê jî got: Her çend li dewrana boykotên dijî Îranê pêşeya erebeçêkirinê ya Îranê rastî hinek pirsgirêkan hat lê piştî rêketina navokî ev pirsgirêkane li halê çareserbûnê ne.

Nasir Aqamuhemedî destnîşan kir; Koma erebeçêkirinê ya Saypayê bi hevkariya Pars Xodroyê ji mêj va hevkariyeke baş bi kompaniya Rênoyê ra hebûye.

Li seredana serokê meclisa Firansayê ya kompaniya Pars Xodroyê, xeta çêkirina tirombêla nû ya Sander Stepway karê xwe destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu