NûçeRojhilatanavinYemen

Kuştina du eskerên siûdî li Cîzanê

Du eskerên siûdî roja yekşemiyê li navça El-Mueneqê li Cîzanê li başûrê Erebistanê ketine ber gulleyên nîşangirên yemenî û hatin kuştin.

  Navenda nûçan a El-Mesîrê ya Yemenê ragihand li Adara buhurî li encama êrişa artêşê û kumîteyên gelanî ya Yemenê ser meqerên  eskerên siûdî li Necranê, Cîzan û Esîrê li başûrê Erebisatnê, 70 eskerên siûdî û kirêgirtiyên wan  hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, yekînên  topxana artêşê û komîtên gelanî yên Yemenî şemiyê şevê navendeke  eskerên siûdî li navça  Xûbê li Cîzana Erebistanê dan ber êrişê ku li encama vê êrişê, hejmarek ji eskerên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn û her wiha  hejmarek ji trimbêlên wan ên zirihî îmha bûn.

Êrişên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li mehên  derbasbûyî ser meqerên  eskerên siûdî li axa Erebistanê zêde bûye.

Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015`an  bi pişgiriya Emerîkayê  êriş  kiriye ser Yemenê da ku Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser desthilatê.

Li encama êrişên Erebisatnê ser Yemenê zêde ji 11 hezar kes hatine kuştin û sê milyon  kes jî aware bûne û xêncî wê gelek xisar li teşkîlata binavahiyên  vî welatî xistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu