ÎranNûçeRojhilatanavin

Destê Îranê li mesela Lihevkirina Navokî girtî nîne û her karê ku pêwîst bibe wê cih bîne

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Heke aliyê din Lihevkirina Navokî bin pê neke, Komara Îslamî ya Îranê jî Lihevkirina Navokî bin pê nake.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî îro piştî hevdîtina xwe bi birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Yokiya Amano re li Tehranê li press konferansekê de bal kişand ser raporên Ajansê derheq bernama navokî ya Îranê û got: IAEA li gişt raporên xwe piştrast kiriye ku Îran li ser soz û qirarên xwe yên li gor Lihevkirina Navokî sekiniye.

Salihî got ku li hevdîtina xwe û Amano meselên wek ava giran, uraniyoma zengînbûyî, lêkoklînên navokî û pêşketina li vê mijarê de hilkolandine. Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li dewama gotinên xwe de desnîşan kir ku Îran pêgîriyê dike ku IAEA hertim wek aliyeke bêteref tev bigere û raporên xwe li bin bandora ti kes an ti welatekê amade neke.

Salihî herwiha li bara fermanên serokomarê Îranê yên piştî binpêbûna Lihevkirina Navokî ji aliyê Amerîkayê ve got: Me bi Amano re ser naveroka fermanên serokomarê Îranê bi zelalî gotûbêj kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê 13 Kanûnê piştî sistiya Amerîkayê derheq cihanîna Lihevkirina Navokî hin ferman li bara îstifadeya ji enerjiya atomê bona pêşdabirina gemiyan dabû.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê herwiha got: Destê Îranê li mesela Lihevkirina Navokî girtî nîne û her karê ku pêwîst bibe wê cih bîne.

Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Yokiya Amano jî desnîşan kir ku ji pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî razî ye û hêvîdar e ku ev pêvajoya bi vê başiyê berdewam bike û li dewamê de got: Îranê soz û qirarên xwe li gor Lihevkirina Navokî bi başî cih anîne.

Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê vê sibehê bona sefereke yek rojî ser vexwendina Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî sefera Îranê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu