ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullaha Yemenê muşêka Bedrê P-1 ê avetin ser baregehên Siûdî

Artêşa Yemenê li bara avêtina serketî ya mûşekeke balistîk a Bedrê P-1 ser meqerên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li Teizê li başûrê rojava Yemenê agahî da.

 Li gorî rapora Fars News`ê, yekîna mûşekî ya artêşa Yemenê roja yekşemiyê êrişa mûşekî  kir ser meqera Xalid li rojava Teizê ku li encama wê gelek xisar li meqerên  hevalbendiya destdirêjkiran ket.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê şemiyê şevê jî bi balefirekê mûşeka balistîk a herêmî ji cureya Zelzal 1 meqerên  kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha  Cewfê li bakurê Yemenê da ber êrişan.

Qaweta berevaniyê ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêça giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîma  Siûdî roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Başa dön tuşu