IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina fermandarekî DAIŞ`ê li bakûra Iraqê

Kanala Skay Newsê ji zarê serfermandariya operasiyona hevpar a Iraqê ragihand: Di encama operasiyona hewayî de ya ser bajarê Mûsilê li bakûra Iraqê, serkirdê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hate kuştin.

Li gor rapora Sky Newsê Fermandarê Operasiyona azadkirina Neynewayê îro ragihand ku waliyê başûra Mûsilê yê bi nav ê Eyub di encama êrişa hewayî hate kuştin.

Vê kanala televîziyonê got ku ev fermandarê derecebilind yê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji bajarokê El Qiyareyê bû ku dema siyarê duçerxeya xwe bû bû hedefa êrişa balafiran û hate kuştin.

Herwiha artêşa Iraqê ragihand ku di encama êrişa mûşekî ya devera Brûse li bakûra rojava devera El-Bexdadî ya parêzgeha Enbarê jî şeş DAIŞ`î hatin kuştin.

Li gorî nûçeyeke din duh hate ragihandin ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê 35 jin li navenda Mûsilê revandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu