IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê goreke komî ya kurdên êzdî hat dîtin

Çavkaniyek agehdar ragehand ku li bajarê Mûsilê goreke komî ya kurdên êzdî hat dîtin ku tê de rûfatên 17 kesan hebû.

Duh Çarşemê 21 Mijdara .2018  li gundê Kiser Mîhrab li başûrê rojhilatê Teleferê ku dikeve rojavayê Mûsilê goreke komî ya qurbaniyên kurdên êzdî hat dîtin, tê de rûfatê 17 kesan hebû ku ji aliyê koma terorîst û cinayetkar a DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Heman çavkaniyê ji medayay Iraqê re da zanîn ku, rûfatê 6 ji wan qurbaniyan radestî malbatên wan hat kirin û 11 rûfatê din mane.

Li parêzgeha Nonewayê bi taybet li bajarên Mûsil, Şingal û Teleferê heya niha bi dehan gorên komî hatine dîtin ku tê de bi sedan meyt û rûfatên kurdên êzidî ku bi destê koma tekfîrî û terorîst a DAIŞê hatine kuştin bûne.

Başa dön tuşu