Kuştina hejmarek ji eskerên siûdî li encama operasyona tolhildanê ya hêzên yemenî

Li pey êrişa hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemneê ser navenda El-Zebe li Necranê, hejmarek ji eskerên siûdî hatin kuştin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê televîzyona El-Meyadînê, artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha roja şemiyê bi mûşekên Katyûşa û hawanan, avahiya fermandehiya navenda eskerî ya Seqamê ûmeqerên eskerên siûdî li rojava navenda El-Fewazê li Necranê dan ber êrişan.
Rizgarkirina çar navednên eskerî li parêzgeha Teizê ji lepên kirêgirtiyên Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê revyayî û îstifakirî yê Yemenê jî ji van operasyonên din ên artêş û komîtetyên gelanî yên vî welatî li roja şemiyê bû ku li encama wê hejmarek ji kirêgirtiyan hatin kuştin an birîndar bûn.
Her wiha piştî êrişên mûşekî yên artêşê û komîteyêngelanî yên Yemenê bi fermandetiya navça sisiyana eskerî li parêzgeha Marebê, 4 kes ji kirêgirtiyên serokkomarê revyayî yê vî welatî hatin kuştin.
Erebistan bi piştgiriya Emerîkayê jibo vegerandina Ebd Rebbê Mensûr hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ser qawetê, êrişên xwe ji Adara 2015an ser Yemenê destpê kiriye. Li encama êrişên siûdiyan ser Yemenê, bi hezaran kes hatine kuştin an birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)