NûçeRojhilatanavinYemen

Kuştina hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li operasyona hêzên yemenî

Li operasyona artêşê û komîteyên gelnî yên Yemenê, hejmarek ji kirgirtiyên siûdî hatin kuştin û gelek xisar li wan ket.

 Li gorî rapora roja îniyê ya El-Alamê, nîşangirên hêzên artêşê û komîteên gelanî yên Yemneê, sê eskerên siûdî li Necranê li başûrê rojava Erebistanê kuştin.

Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha sê trimbêlên eskerî yên çek û sîlehên  eskerên hevalbendiya  desdirêjkirê siûdî li Cîzanê li başûrê rojava Erebistanê îmha kirin.

Di hemen demê de, Li gorî rapora  televîayona  El-Mesîrê, hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi êrişa ser meqerên  kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha Cewfê li bakurê Yemenê, hejmarek ji wan kuştin.

Li gorî vê raporê, her wiha  du trimbêlên  kirêgirtiyên siûdî bi mûşekên  balistîk ên hêêzn yemenî li navça El-Edînê li parêzgeha  Îbê ket ber êrişan ku li encama wê hejamerk ji destdirêjkirên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê jî li bersiva êrişên  destdirêjkirane yên Erebistanê,  meqerên esker û kirêgirtiyên siûdî didin ber êrişan.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi desdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

Başa dön tuşu