NûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsiye: Hevkariya Têhran, Moskova û Enqerê rewşa Sûriyê guherand

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê li civîna sêalî b nûnerên îran û Tirkiyê ra li Moskoyê got: hevkariya Têhran, Moskova û Enqerê rewş li Sûriyê guherandiye.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Vêrşînîn roja Sêşemiyê li hevdîtina bi Hisên Cabirî Ensarî Destyarê pleberz ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya îranê li karên taybet ên siyasî û Sedat Onel Alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê, got: Serketina bihêz li hemberî têrorîstan û amadekirna rewşê ji bo çareserkirina siyasî ya mijarên Sûriyê ji destkeftên herîmezin ên welatên misogerkirê Pêvajoya Astaneyê li Sûriyê bûne.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê bi gotina vê yekê ku hevkariya Rûsiye, Îran û Tikriyê alîkariya aliyên din dike da ku ber bi çareseriya siyasî va bimneşin, got: Hevkariya li çarçova gotûbêjên Astaneyê îmkana guhertina rewşa Sûriyê ber bi baştirbşûnê va dabîn kir.

Gotûbêjên Astaneylê ji Çileya 2017an va bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiye û Tirkiyê bi armanca pêkanîna aştiyê li Sûriyê dest pê bûye.

Encama sereke ya van gotûbêjan pêkanîna Navçeyên Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê bûye.

Başa dön tuşu