Kuştina hejmarek ji terorîstan li parzêgeha Quneyterê ya Sûriyê
Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê hewldana terorîstên bereya El-Nusrê jibo êrişa ser navendeke xwe li parêzgeha Quneyterê bêencam kirin.
Li gorî rapora SANA Newsê, li encama van pevçûnan ku roja yekşemê qewimî hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û cebilxanên terorîstan li başûrê rojava Sûriyê îmha kirin.
Grûpa terorîstî ya bereya El-Nusre bi gulleavêtina ser cotkarên parêzgeha Quneyterê çend welatiyên sûrî birîndar kirin.
Terorîstên bereya El-Nusre li parzêgeha Quneyterê ya Sûriyê ji aliyê Rejîam Siyonîstî ji babeta îstixbarata leşkerî û alîkariyên çek û sîlahî ve tên piştgirîkirin.
Di eynî demê de , artêşa Sûriyê li dewama rawestana li ber grûpên terorîstî, kontrola hin navçên Wadî Berdî li bakurê rojava Şamê girt destê xwe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)