NûçeRojhilatanavinSûriye

Kuştina hejmareka terorîstan li navçeyên curbicur ên Sûriyê

hêzên artêşa Sûriyê, roja şemiyê pêgeha komên terorîst ên li navçeya El Hemadînê li Derayê, li başûrê Sûriyê da ber bombeyan ku di encama vê operasyonê de, hejmarek terorîst hatin kuştin.

Di eynî demê de, artêşa Sûriyê navendên kombûna teorîstan û pêgehên wan ên li gundên derdora Humsê dan ber êrişan ku bi dû vê êrişê hejmareke teorîst hatin kuştin û birîndar bûn.

Herwiha li dewama operasyona artêşa Sûriyê dijî komên terorîst, 15 terorîsên Cibhe-tu-Nusrê ku dil hebûn bikevin derdora navçeya Quneyterê li başûrê rojavayê Sûriyê hatin kuştin û çend trombîlên leşkerî yên terorîstan jî hatin teqandin.

Balafirên cengî yên sûrî jî navendên kombûna terorîstên DAIŞ`ê li derdora balafirgeha leşkerî û bilindiyên bajarê Dêrzorê dan ber bombeyan ku di encama van êrişana de pêgehekî qumandetiya terorîstan hate teqandin û hejmarek ji wan jî hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu