EfrîqaMafên MirovanNûçe

Kuştina şîeyên Nîciryayê kiryarek hevdeng digel armancên Amrerîka û Israîlê ye

Nivîsgeha Propagandaya Îslamî ya Navenda Zanistên Olî ya Qumê roja çarşemiyê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina şîeyên Nîciryayê, ragihand: Kuştina şîeyên Nîciryayê kiryarek hevdeng digel armanc û siyasetên Amerîkayê û Rêjîma Siyonîst e.

Li gorî rapora IRNA`yê, li vê daxûyaniyê hatiye ragihandin: Li halê ku amadebûna miliyonî ya evîndarên îmam Hisên (S) li rêûrisma çilemê vî îmamî di salên dawîyê da hemaseyeke herî mezin afirandiye û ti mêdyayek nikare mezinahiya vê tevgera mezin nîşan bide, dubarebûna dîmenên kuştin û şehîdkirina hejmareke zêde ya misilmanên şîndarê îmam Hisên (S) li Nîciryayê di van rojan da bûye sedema xem û mixabiniyeke mezin.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Bêşik ev kiryar jî weke kuştina hejmareke şîeyên Nîciryayê li bajarê Fontoayê li parêzgeha Kadonaya vî welatî di roja Aşûrayê û dorpêçkirina mizgefta şîeyan li Kadonayê û girtina endamên tevgera îslamî ji aliyê artêş û hêzên ewlehiyê yên Nîciryayê di şeva Tasûayê da kiryarek hevdeng digel armanc û siyasetên Amerîkayê û Rêjîma Siyonîst e.

Çekdarên artêşa Nîciryayê roja duşemiya heftiya buhurî ji bo belavkirina şîeyên ku bereberê çilê îmam Hisên (S) meşeke girseyiya aram lidar xistin, gaza rondikrêj û gulleyên cengî bi kar anîn.

Tevgera Îslamî ya Nîciryayê hejmara şehîdên êrişa artêşa vî welatî li ser şîngêrên îmam Hisên (S) li bajarê Kanoyê derdora 100 kesî daye zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu