NûçeRojhilatanavinSûriye
Kuştina tekfîriyê herî binavûdeng ê almanî li Sûriyê
Medyayeke nêzîkî koma terorîstî ya DAIŞ`ê raghand ku tekfîriyê almanî yê herî binavûdeng li Sûriyê hat kuştin.
Li gorî rapora Alman Newsê, medya Wefayê ser bi DAIŞ`ê roja îniyê kuştina Denîs Kaspêrt, tekfîriyê herî binavûdeng ê almanî li Sûriyê piştrast kir û hin wêneyên meytê wî weşandin.
Li gorî vê raporê, Kaspêrt ku serdemekê stranbêjê repê bû du rojan berî niha yanê 17 Çillê li Dêrazora rojhilata Sûriyê hatiye kuştin.
Denîs li warê wergirtina endaman bo DAIŞ`ê roleke berbiçav hebû û her wiha ji êrişên terorîstî li Ewrûapyê piştgirî dikir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)