ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr: Hemasa 9 Dêyê mînaka qaweta nizama Komara Îslamî ye

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bereberê salvegera Hemasa 9 Dêya 1388`an (29`ê Kanûna 2009`an), ev hemaseya bêmînak û qaweta fikrî ya xelkê ji mînakên qaweta nizama Komara Îslamî da zanîn.

 Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî vê sibê li destpêka  civîna dersa derveyî fiqhê û li bereberê salroja hemaseya 9 Dêya 1388-an a koça tavî bal kişand ser dijminatî û kîn û nefreta  pratîkî ya zorbêjan li hemberî hakimiyeta Îslamê û hewldana wan jibo jinavbirina pîvan û faktorên  qaweta  nizama Îslamî û destnîaşn kir: Îro bernama  dijberiya  qawetên Îsalmî li hember Komara Îslamî ya Îranê jibo jinavbirina  qaweta madî û menewî û viyan û îrada  gelê Îranê ye.  Berûvajî divê ev qaweta  were parastin û rojêbirojê were xurtkirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişand ser rewayeketê ji pêxemberê hêja (S) û bidestxistina xêr û bexteweriyê li civakên mirovahiyê li saya  hebûna qawetê da zanîn. û got: Qawetên mustekbir yên mîna Emerîkayê bexteweriya  civakê û tiştê ku weke  nirxên emerîkî dizanin li komkirina  mal û heyîtiyê û serdestiya ser cîhanê de dibînin; lê Îslam, bexteweriya  mirovan li warê bidestxistina mezinatiyên însanî û hebûna hizr û  emela quranî li hemî beşên  civakê de  dizane.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hebûna  nizama îslamî û xwediyê  qawet û nifûzê li meselên curbicur ên navçeyê sedema  derketina dijminatiyê û kîn û nifrea  qawetên cîhanê da zanîn û got:  Nizama serdestîxwaz dijberê her cure fikr û tevgera li dijî zilmê û duberekiyê li cîhanê ye lê wextekê  bi hemî hêza xwe li hember tevgerekê radiweste ku vê tevgerê karibe gel û neteweyekê bixe tevgerê.

Wî bingeha komplo û dijminatiyên curbicur digel Komara Îslamî ya Îranê, dijberiya Îrana ku xwediyê çavkaniyên  zav ên  xwezayî  û însanî û aborî, gotin û mentîq û menbera siyasî û amûr û hêza hêja  ya eskerî ye, li hember nizama serdestîxwaz  da zanîn û destnîşan kir: Divê Komara Îslamî ya Îranê li hember van dijmiantiyan qaweta xwe jorde bibe û hegera tekezkirina   ser zêdekirina  qaweta navxweyî û  qahîm û xurtkirina  binavahiyan  jî ev mesela ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha  bal kişand ser pêwîstiya  pergalbûna  bi cureyên qawetan ji wan qaweta fikrî, aborî, cîvakî û seferberiya gelanî û got: Derketian  bi milyonan kesan li 22`ê Meha Behmenê nav kolan û çarsiyan piştî derbasbûna  nêzîkî 40 salan  ser Inqilaba  Îslamî, nîşana  qaweta nizama îslamî li warê seferberiya gelanî ye ku ev mijara li cîhanê bêmînak e.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bûyera 9 Dêya 1388`an (29`ê Kanûna 2009`an) mînakeke din ji pîvanên  qaweta nizamê da zanîn û got: Li wê bûyera  bêmînak tu kes  karbidest nebû û qaweta  fikrî ku  nijyara sereke  ya nizama îslamî bû xelk kişande kolan û çarsiyan û ev buyera bêmînak pêk hat.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bextewerî û  bêbextî girêdayî bi çawaniya bikaranîna qawetê da zanîn û li bara  qaweta  ji ber çekên navokî got: Qedexetiya  çekên navokî  bingeheke  pir giring  a  fiqhî û beraqil heye lê îmkana  hewldana jibo bidestxistian  qawetan di destê dewlet û gel de ye .  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu