IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina zêde ji 150 endamên DAIŞ`ê li girava Xalidiye ya Iraqê

Fermandehiya polîsên federal a Iraqê roja yekşemiyê ragihand ku li dewama paqijkirina girava Xalidiyê li 23 km ya rojhilata Remadiyê navenda parêzgeha Enbarê herîkêm 156 terorîstên DAIŞ`ê hatin kutin.

Li gorî rapora malpera nûçan a Şefeq Newsa Iraqê, Raid Şakir Cewdet fermandê polîsên federala Iraqê got : Hêzên polîs bi piştgiriya topxaneyî û balefirên cengê yên Iraqê bi paqijkirinên  mêhwerên  Ebû Kenan û El-Sedê li girava  Xalidiyê herîkêm 150 endamên DAIŞ`ê kuştin.

Cewdet got: Li paqijkirina zevî û rezên  navça Xalidiyê jî hêzên iraqî 6 endamên DAIŞ`ê kuştin û sê tûnêlên vê grûpa terorîst têk birin.

Hêzêzn hevpar ên gelanî û artêşa Iraqê li 26 Hezîrana 2016`an va bajarê Felûcê ji destê grûpa terorîst a DAIŞ`ê azad kirin û piraniya  endam û serkirdeyên  DAIŞ`ê ji Felûcê revîne Girava Xalidiyê.

Yekim qonaxa operasyona azadkirin û paqijkirina Girava  Xalidiyê li 30 Tîrmeha buhurî destpê bû û qonaxa dudiyan  a vê operasyonê li navçên  El-Kertan û El-Bûkenanê înîya buhurî destpê bûye. Ebûmehdî El-Muhendis cîgirê serokê teşkîlata Heşdi-Şeibî got : Giringiya vê navçê ji ber rewşa coxrafiyayî ya wê ye  ku ewlehiya  beşa rojhilata çemê Firatê û  riya mezin a navbera Bexda û Urdinê dabîn dike.

Başa dön tuşu