MisrNûçeRojhilatanavin

Kutabûna referandûma qanûna bingehîn li Misirê

Giştpirsiya ser reformên di nav qanûna bingehîn a Misirê de ku ji 20 Nîsanê ve li vî welatî despê bûbû , evara borî li gişt navendên dengwergirtinê li Misrê bi dawî hat.

Li gor IRIB Newsê Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan li Misrê Laşîn Îbrahîm şeva borî  diyar kir ku giştpirsiya ser reformên di nav qanûna bingehîn li gişt navendên dengwergirtinê li Misrê bi dawî bûye û encama vê giştpirsiyê li derveyî welêt hevdemê encama wê di nav welêt de tê ragihandin.

Li gor qanûna nû ya bingehîna Misrê dewra serokomariyê ji 4 salan bû şeş sal, loma dewra serokomariya general Ebdulfetah Sîsî ji du dewrên 4 salî dibe du dewrên şeş salî .

Başa dön tuşu