ÎranNûçeRojhilatanavin

Barê herîdawîyê yê oranîyoma oksîdebûyî giheşte Îranê

Elîesger Zarêan rawêjkar û alîkarê taybet ê serokê sazîya enerjîya atomê ya Îranê îro got: Ev bara, çaremîn bar ji wî barê 149 tonî yê oranîyoma oksîdebûyî ye ku ji 26`ê Çilê va heta îro 7`ê SIbatê derbasî Isfehanê bûye.

Elîesger Zarêan herwiha got: Berî vîya dema muzakireyên têkildarî bernama navokî, 230 ton oranîyoma oksîdebûyî derbasî Îranê hatibû kirinê.

Bi vî barî ku giheşte Îranê, niha asta oranîyoma oksîdebûyî ya zimhêrkirî giheştîye 359 tonî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu