Kutabûna serkevtî ya manovra Berevanên Esmanê Wilayetê-7
Meşqa hevpar û seranserî ya artêş ê û sipahê pasdarên inqilaba islamî ser navê Berevanên Esmanê Wilayetê-7 li devera giştî ya başûr û başûra rojavaya Îranê bi awayekî serkevtî ku hemî armancên wê bi dest ketin, kuta bû.
Îro di sêyemîn û dawîn roja manovra Berevanên Esmanê Wilayetê-7 da bo cara yekem mertala mûşekî ya Telaş`ê ligel radara kontrola êrişê ya bi navê Ofoq`ê hatin ceribandinê.
Mertala mûşekî ya Telaş`ê tam li Îranê hatîye sazkirinê û dikare bi mûşekên Seyad`ê armancên li bilindhatîyên di asteke navîn ber bi jor da têk bibe.
Peydakirin û naskirina dijminê kifşkirî, şopandin û têkbirina wan bi saya mertala mûşekî ya xwe ku Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem ul Enbîyayê (S) saz kirîye ji wan planên her du hêzên artêş ê û sipahê bû ku di duyemîn roja manovra hevpar a Berevanên Esmanê Wilayetê-7 da bi awayekî serketî cih hatn.
Di duyemîn roja lidarxistina manovra Berevanên Esmanê Wilayetê-7 da mertalên mûşekî yên Mêrsad û Yazehra(s)-3`yê jî hatin ceribandinê ku di warê keşifkirin, şopandin û têkbirinê da gellekî serkevtî bûn.
Jordabirina birra keşfê, deqîqbûn û êrişa tund li warê têkbirinê bi saya guhertinên sîstema dîcîtalê ya mertalên mûşekî yên Mêrsad û Yazehra (S)-3`ê li heftemîn manovra Berevanên Esmanê Wilayetê-7 hatin nirxandin û ceribandinê.
Di yekemîn roja vê manovrê da roja duşemê ev karana hatin ceribandinê: Veguhestina lezgîn a sîstem û alavên radarî, mûşekî, topxaneyî, têkilî ûguhdarîyê. Ev karana di bin kontrol û çavdêrîya Fermandarîya Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem ul Enbîyayê (S) di dema herî kurt da pêk hatin ku rêkordeke nû li veguhestinên taktîkî yên hêzên çekdar da hat qeydkirinê.
Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan cîgirê fermandarê gişt artêşa Komara Islamî ya Îranê li merasima dawîya manovra Berevanên Esmanê Wilayetî-7 li Bûşêhrê li başûra Îranê got: Peyama manovrê, bersiva vebirr li hemberî wan kesan bû ku xeyala êrişa ser sînorên Komara Islamîya Îranê di mejîyê xwe da digerînin.
Wî pêkutî kir: Tetbîqata Berevanên Esmanê Wilayetê-7 herwiha hilgirê peyama aştî û dostîyê jibo welatên navçê bû.
Tetbîqata Berevanên Esmanê Wilayetê-7 bi pişkdarîya 17 hezar hêzên çekdar mideha 3 rojan hat lidarxistinê.
Ev meşqa, heftemîn manovra hevpar û nîvseranserî di heştemîn salvegera pêkanîna Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem ul Enbîyayê (S) ya artêşa Komara Islamîya Îranê da bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)