Larîcanî: Hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê na bo Emerîka û Siyonîzmê bû
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê serketina tevgera Berxwedanê li hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê pîroz kir û vê hilbijartinê weke na ya xelkê Lubnanê bo Emerîka û Siyonîzmê da zanîn.
Elî Larîcanî serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li destpêka civîna eşkere ya îro sêşemiyê ya meclisê, bala xwe da ser lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê û got: Bi kavilkirî û diravê qirêj ku Emerîka û siyonîstan û hevpeymanên wan li navçê li Lubnanê xerc kirin, xelkê wêrek ê Lubnanê li ser sindûqên dengan gotina xwe ya sereke kirin ku hema Na bo Emerîka û siyonîstan bû.
Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşankir: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê divê bizane ku bersiva zexta eskerî û siyasî li dijî xelkê anvçê, dengê bilind ê gelên mezlûm e ku li hember zordariya wan radiwestin.
Larîcanî her wiha got: Îro du tevgerên giring li navçê tên dîtin: Tevgera ewil, tevgera paşvero ya ser bi dîktatorî û Emerîkayê û tevgera din demokrasîxwazî ye ku mînaka wê li hilbijartinên Lubnanê û hilbijartina Tûnisê û bi hezkirina xwedê li Iraqê hûnê bibînin.
Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê xitabî serokkomarê Emerîkayê destnîşan kir: Encama rezaletên ewlehiyê yên Emerîka û siyonîstan li alîkariya bo terorîstan li salên derbasbûyî li dengê gelê wêrek ê Lubnanê bibînin û şikê nekin ku neberpirsiyarbûna li mesela navokî jî dê encameke hema wisan hebe.
Wezîrê karên hundir ê Lubnanê encama hilbijartinên parlemana vî welatî û pêkhateya parlemana nûneran ku li gor wê 67 kes ji 128 nûnerên çûyî bo parlemanê ji Hizbullaha Lubnanê û hevpeymanên Hizbullaha Lubnanê ne, raghand.