ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îran derbarê şiyana Ewropayê ya ji bo cihanîna sozên navokî dudil e

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: “Tevî şik û gumanên ciddî têkildarî şiyanên ewropiyan û şêwaza biryardana wan, Îranê nepejirand ku dewreyek ji bo gotûbêja derbarê mijara navokî de bike da ku şiyan û girêdayîbûna wan a siyasî ji bo çareserkirina mijarê were ceribandin.“

Li gorî rapora Mehr Newsê, Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî roja Şemiyê her wiha got: “Mafê Îranê hebû ku piştî derketina Ameîkayê ji Lihevkirina Atomî, ji vê lihevkirinê derkeve û çalakiyêmn xwe weke berê dest pê bike, lê çend serokên ewropî bi rayedarên Îranê ra ketin têkilliyê û gotin ku ji lihevkirinê dernekevin da ku Ewropa rewşê bi awayekî ku Têhran nekeve ber xisarê, dabîn bike.“.

Larîcanî her wiha bal kişande ser zêdexweaziyên welatên rojavayî ji Îranê derbarê çalakiyên navokî û got: “Îran li gorî raporên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê sozên xwe cioh anîne“.

Îran û Ewropayê hin gotûbj bi mebesta parastina Lihevkirina Atomî  piştî derketina Amerîkayê ji vê lihevkirina navneteweyî dest pê kirine; ewropa li van gotûbêjan soz da ku pakêteka piştgiriyê li çarçova Lihevkirina Atomî ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê raberî bike.

Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kiriye ku çaverêtî heye pakêta raberkirî ji aliyê welatên ewropî va mafên gelê Îranê li gorî Lihevkirina Atomî misoger bike.

Başa dön tuşu