IraqNûçeRojhilatanavin

Revîna zêde ji 100 hezar kesî ji destê DAIŞ`ê li Mûsila Iraqê

Wezîrê koçberiyê yê Iraqê ragihand ku ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê zêdetirî 103 hezar kes ji destê DAIŞ`ê revîne.

  Li gorî rapora malpera Şefeq Newsê, Casim El-Caf wezîrê koçberiyê yê Iraqê pesna serketinên artêşê û hêzên Heşdê Şebî yên vî welatî li operasyona  azadkirina Mûsilê da û got : Aware hatine guhestin bo kempên Ceda Duyem û balefirgeha Qiyarê li parêzgeha  Neynewayê, Dîbekê û Hesen  Şamê li parêzgeha  Hewlêrê, kempa  Qîmawê li Dihokê û Leylanê li parêzgeha Kerkûkê.

El-Caf got alîkariyên xwarekê, derman û pêwîstiyên  jiyanê dane van welatiyan.

Li gorî raporeke din eskerên iraqî navçên  Til El-Eske, Ebûsenam û Um El-Şebabîtê li rojava  bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê her wiha  êrişa DAIŞ`ê li rojhilata  Mûsilê bêencam kirin.

Operasyona  azadkirina bajarê Mûsila Iraqê ji 17 Cotmeha buhurî ji 6 mêhweran va destpê bûye û hêzên iraqî li rojên buhurî karîn  derbasî nav  bajarok û taxên  derdora Mûsilê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu