FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Kiryara Amerîkayê ya li bara Filistînê û mijara navokî ya Îranê bê bersiv namîne

Serokê Meclisa Şêwra îslamî ya Îranê, şîret li rayedarên amerîkî kir ku li bara Filistîn, mêhwera Berxwedan û cîhana Îslamê, şaşitiyan nekin û wer fikir nekin ku kiryarên wan ên li bara Filistînê û mijara navokî ya Îranê bê bersiv dimîne.

Elî Larîcanî, roja duşemê li rêûrisma destpêbûna karê Civîna Awarte ya Komîteya Filistînê ya Yekîtiya Meclisên Welatên Îslamî li Têhranê, bi rexneya ji biryara Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ya ji bo veguhestina balyozxana vî welatî bo Qudsê, got: Amerîka tûşî qeyrana biryargirtina stratêjîk bûye û nepijiyayî û şaş li qada navneteweyî dinêre.

Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst û Amerîka sedemên bê ewlehîtiya li cîhanê ne û  girêdaiyê ti sozekê nînin û herwiha got: Amerîka rojekê teirifeyên gumrikî yên bi Çîn û Ewrûpayê re têk bir û rojeka din berovajî sozên navneteweyî, ji bo welatiyên welatên Îslamî yên li Amerîkayê, qanûn darêştin.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, destnîşan kir: Amerîka ji Lihevkirina Navokî ya ku bixwe xwestibû, derket, rojekê dibêje wê li Sûriyê nemîne û rojek din ji welatên navçê pere distîne û êrişî vî welatî dike.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, herwiha bal kişand ser Meşa Mafê Vegerê ya filistîniyan û got: Eger berxwedana filistîniyan nebûya, îro rojê Rejîma Siyonîst, welatên din ên Ereb jî tûşî pirsgirêkan anine.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, 6`ê Kanûna 2017`an tevî dijayetiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst da nasandin, wezareta karên derve ya Amerîkayê jî 14`ê Gulana 2018`an, dema veguhestina balyozxana vî welatî ji Têlavîvê bo Qudsê ragihand.

Civîna Awarte ya Komîteya Filistînê ya Yekîtiya Meclisên Welatên Îslamî, îro duşemê li Têhranê, karê xwe destpê kir.

Başa dön tuşu