CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Trump koçber wek “heywan” bi nav kirin

Serokomarê Amerîkayê li axaftineka dijî mirovatiyê û bi nêrîneka nijadperestiyê, koçberên ku bêyî belgeyekê li Amerîkayê ne wek “Heywan” da zanîn.

Ajansa nûçeyan a Frasnayê ragihand: Donald Trump li civînekê bi hebûna qanûndarêj û polîsê parêzgeha kalîforniyayê, helwêstên xwe yên tund li bara “Koçberên Neqanûnî” û pêwîstiya sekinîna li hemberî wan dubare kirin û got: Koçberên neqanûnî “Heywan” in û Ne mirov in.

Trump tevî rexneya ji qanûna piştigirya ji Koçberan li Amerîkayê, qanûnên heyî li vî welatî “Qanûn herî bi ehmeqî yên Koçberiyê li cîhanê” da zanîn.

Trump her wiha helwêstên Dêmokratan li bara Koçberî û Koçberan da ber rexneyên xwe yên tund.

Yek ji rexneyên girîng ji Trump ji warê siyasetên dijî Koçberiyê ye; Bi awayekî ku heta hin parêzgehên Amerîkayê siyasetên trump cih naynin.

Parêzgeha Kalîforniyayê parêzgeha herî mezin e ku qanûnên dijî Koçberiyê yên dewletê boykot kirine û ragihandiye ku dê digel hewildan û siyasetên dewleta fêdêral li warê Koçberiyê, hevkariyê neke.

Başa dön tuşu