ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Meclisa Îranê dê bersiva biryara vê dawîyê ya Amerîkayê bide

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got, meclisa şêwra islamî ya Îranê yê bersiva biryara vê dawîyê ya amerîkîyan a sepandina boykotên nû ser Îranê de, bide.

Meclisa Nuneran a Amerîkayê sêşemê şevê li dewama sîyaseta bikîn a Waşîngtonê li himberî Têhranê, bi 419 dengên Erê plana tam a boykotên dijî Îranê pejirand.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê şeva buhurî li bajarê Meşhedê li bara pejirandina boykotên nû dijî Îranê li meclisa Nuneran a Amerîkayê got: Îranê potansîyelên baş jibo bersivdayîna li hemberî kiryarên Amerîkayê hene ku yê dema xwe de wan bikar bîne.

Larîcanî herwiha got: Biryara meclisa Nuneran a Amerîkayê nîşan dide ku amerîkî ji ber hêrsbûn û şaşûpaşobûnê karên bi vî rengî dikin.

Wî bi gotina vîya ku vê biryara meclisa Nuneran a Amerîkayê hêla xwe ya propagandê heye, dîyar kir: Pêşnîyarqanûnek li meclisa Îranê wek bersivdayîna li hemberî bêsozîya Amerîkayê li warê cihanîna rêektinama navokî amade ye û bi awayekî cidî tê şopandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu