ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Morala gelê Îranê, dijmin bêhêvî kirine

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku komploya dijminan li dijî Komara Îslamî ya Îranê didome û destnîşan kir: Rûhiyeta berxwedana gelê Îranê bûye sedem ku dijmin newêre derbeyê li Îrana Îslamî xîne.

 Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja îniyê li bajarê Sariyê li bakurê Îranê bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka li Îran û navçeyê li dû komployê ye û diyar kir: Welatên kolonyalîst li nava civakên navneteweyî wisa dide xûyanê  ku  Îran li dû  kiraltî û paşatiyê ye, lê Îran ne li dû hindê ye ji ber ku serdema wê dawî bûye.

Larîcanî xitabî hin  welatên  hevpeyman ên Emerîkayê û Rejîma Îsraîlê li navçeyê got: Li halekê ku  hin  welatên  navçê alîkariya  Sedam dîktatorê îdamkirî yê Iraqê bo êrişa ser Îranê kirin, lê Îranê tu carî êriş nekiriye ser welatên  navçê ji ber ku Îran li dû xurtkirina  çanda  berxwedanê û rûhiyeta Îslamî li welatên navçê ye.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Emerîka û Rejîam Îsraîlê  li dû mudaxilê û bi destxistina  armancên  madî û çavkaniyên enerjiyê yên navçeyê ne.

Elî Larîcanî, serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê  vê sibê ji bo hevdîtina  tev malbatên şehîdan û seredana  projeyên  umranî sefera bajarê Sariyê li bakurê Îranê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu